Malpera sereke - Kitêb - Serpêhatîya Derheqa Zewacê Da

Serpêhatîya Derheqa Zewacê Da
Mamosta: Con Bîvêr

Bi wê yekê va tevahî… Zewac bi heta-hetayê dihate morkirinê. Ew peyman bû, ya ku mêrek û jinek dikirne yek. Bi saya vê yekîtîyê her du jî diha qewat dibûn, dibûn diha paqij, û dikaribûn bi cûrê diha zelal wê şexsîtîyê bidine dîyarkirinê, bi kîjanê ew hatibûne çêkirinê. Tevahî ew diha bextewar bûn, lê ne ku ji hev cuda. Teşkîldarîya zewacê tenê destpêka wê yekê bû. Ew derge bû bona çêkirina jîyana dirêj û bextewar. Meremê her hilbijartinekî û kirinekî çêkirina wê jîyanê bû, ya ku yekîtîya wan raber dikir. Mêr û jin bi dilên yekbûyî berbi wê jîyana mezin û neeyan diçûn, bi dengekî, destên wan destên hevda û hazir bûn ku hizkirina Efrandarê xwe bidana kivşê.

Gelo me ev eleqeta tevî vê serpêhatîya evîndarîyê, a bi fikira kûr, çawa wunda kir? Nava kitêba “Serpêhatîya derheqa zewacê da” Con û Lîza Bîvêr we dewat dikin ku hûn bernama Xwedê ya ewil bibînin. Nenihêrî wê yekê ku hûn zewicî ne an na, serpêhatîya we beşeke serpêhatîya Wî ye.

Stendina matêrîyalê (~1.08 MB)

Бь кöрманщьйа кирили