Con Bîvêr, yê kö bi serxwebûn û aktîvîya xwe cöda dibe, xödanê “E’mirê cöda”, “T’ela þeyta’n”, “Tirsa Xödan”, “Bin p’erdêda”, “Ewêd kö bi e’mirê h’eta-h’etayê dilivin” û gelek k’itêbêd e’yane mayîne. K’itêbêd wî bi ji 100-î zêdetir zimana hatine t’ercimekirinê û bernema wîye têlêvîzîonêye her h’evtêye “Anîna mizgînîyê” li t’emamîya dinîayê tê weþandinê. Con t’erîfkirekî e’yane: ew li konfêransa û civîna t’erîf dike.Qölixa wî, matêrîalêd kö e’mir digöhêr’in, bona wan meriva pêþniyar dike, yêd kö dixwezin prînsîpêd Xwedê fe’m bikin û bidine xebatê. Con li Kolorado Sp’rîngzê t’evî jina xwe Lîzayê, ya kö dîsa xödana k’itêbêd e’yane û t’erîfkire, çar kör’êd xwe, bûka xwe û nebîyêd xwe dijî.
Ew p’ir’ aktîve. T’evî meriva dik’eve nava soh’betê. Qewate. Eþqe. Lîza Bîvêr t’erîfkira dinêe’yane, xödana k’itêbên e’yane, xeberdankira bernema têlêvîzîonêye “Anîna mizgînîyê”-ye, ya kö ji 200-î zêdetir welata tê weþandinê. Lîza Încîlê bi stîla xweye zelal t’erîf dike, mesela ji cêr’ibandina xwe tîne ber ç’eva, bona kö meriva bide qewatkirinê, azayê p’êþk’êþî wana bike û wana bide göhar’tinê. Çawa p’arêzera heqîtîyê, ew ber dilê mervivada tê kö ew miqabilî problêma û çetinaya derk’evin, k’îjan li her dera hene. Ew bi h’izkirin we’dê xwe t’evî evîna em’irê xwe, malxwê xwe Con Bîvêr, herçar kör’êd xwe, bûka xwe û nebîyêd xwe we’de derbas dike.