Zimanê anegor: kur Kurdish Latin

Ziman

Mamostayên

Con Bîvêr, ê ku bi serxwebûn û aktîvîya xwe cuda dibe, xudanê “Emirê cuda”, “Tela şeytan”, “Tirsa Xudan”, “Bin perdê da”, “Ewên ku bi emirê heta-hetayê dilivin” û gelek kitêbên eyane mayîn e. Kitêbên wî bi ji 100-î zêdetir zimana hatine tercimekirinê û bernema wî ya têlêvîzîyonê, ya her hevtê, ya “Anîna mizgînîyê” li temamîya diniyayê tê weşandinê.Con terîfkirekî eyan e: ew li konfêransa û civîna terîf dike. Qulixa wî, matêrîyalên ku emir diguhêrin, bona wan meriva pêşniyar dike, yên ku dixwezin prînsîpên Xwedê fem bikin û bidine xebatê. Con li Kolorado Sprîngzê tevî jina xwe Lîzayê, ya ku dîsa xudana kitêbên eyan e û terîfkir e, çar kurên xwe, bûka xwe û nebîyên xwe dijî.

Dîna xwe bidine matêrîyalên nekilîtkirî Adrêsa êlêktronî Con Bîvêr

Ew pir aktîv e. Tevî meriva dikeve nava sohbetê. Qewat e. Eşq e. Lîza Bîvêr terîfkira dinêeyan e, xudana kitêbên eyan e, xeberdankira bernema têlêvîzîonê ye “Anîna mizgînîyê” ye, ya ku ji 200-î zêdetir welata tê weşandinê. Lîza Încîlê bi stîla xwe a zelal terîf dike, mesela ji cêribandina xwe tîne ber çava, bona ku meriva bide qewatkirinê, azayê pêşkêşî wana bike û wana bide guhartinê. Çawa parêzera heqîtîyê, ew ber dilê merviva da tê ku ew miqabilî problêma û çetinaya derkevin, kîjan li her dera hene. Ew bi hizkirin wedê xwe tevî evîna emirê xwe, malxwê xwe Con Bîvêr, herçar kurên xwe, bûka xwe û nebîyên xwe wede derbas dike.

Dîna xwe bidine matêrîyalên nekilîtkirî Adrêsa êlêktronî Lîza Bîvêr