Malpera sereke - Kitêb - Ewên ku bi heta-hetayêva dilivin

Ewên ku bi heta-hetayêva dilivin
Mamosta: Con Bîvêr

Li ser vê dinîyayê jîyan hulm-gulm e, feqet gelek usa dijîn ku tê bêjî peyî wanra tu tişt wê tunebe. Lê ew yek ku em çawa vê jîyanê dijîn, wê ewê yekê qirar bike, ku emê jîyana heta-hetayê çawa derbaz bikin. Kitêba Pîroz li me eyan dike, wekî bona bawarmenda derecên heqdayînêye cûre-cûre hene:destanînên hineka wê bi temamî wextê dîwanê bişewitin, lê bona yên mayîn jî wê mecala serwêrîkirina tevî Mesîh bê dayînê.

Con Bîvêr anegorî prînsîbên B Korintî 5:9-a tîne bîra me, wekî hemû bawarmend wê li ber Mesîh bisekinin, bona ku wê yekê qebûl bikin, layîqî çi ew bûne nava temamîya jîyana xweda. Ji me gelek meriv wê zendegirtî bimînin, wextê ku pê bihesin, wekî me piranîya wedê xwe li ser tiştên usa xerc kirîye, yên ku wê layîqî heqdayîna heta-hetayê nebin.

Wî çaxî emê çawa bikaribin nava jîyana kardarda bijîn? Kitêba “Ewên ku bi heta-hetayêva dilivin” wê we hîn bike ku hûn xwe eşkere bikin û wî hemû tiştî çendbare bikin çi ku Xwedê daye we. Eger hûn ji alîyê heta-hetayêda li jîyanê binihêrin hûnê qewatê bistînin, bona ku hûn bona meremên qewîn bişuxulin.

Stendina matêrîyalê (~1.66 MB)

Бь кöрманщьйа кирили