Zimanê anegor: kur Kurdish Latin

Ziman

Malpera sereke - Derheqa me da

Derheqa Cloud Library da

Qulixdarîya “Mêsîncêr Întêrnêyşinil”-ê biryar kirîye ku ev matêrîyal li temamîya dinîyayê, bona serwêra û rêbera, bên destanînê, nenihêrî wê yekê ku ew li kîderê dijîn û nenihêrî halê wanî fînanîsî.Malpera “Cloud Library” hema bi vî meremî hatîye sazkirinê. Ew tora parevekirina navnetewî ye, ya ku îzinê dide ku belaş matêrîyalên tercimekirî temaşe bikin û bo xwe bistînin.

Meremê me ew e, ku van matêrîyala bi zimanê wan welata raber bikin û bi vî cûreyî bighîjine 98 selefê binelîyên dinîyayê. Malpera “Cloud Library” rêke bona gihîştina wî meremî ye. Diqewime hûn bipirsin- bo çi? Çimkî matêrîyalên vîrtûal dikarin diha lez bên zêdekirinê û belakirinê, ne ku her matêrîaleke amadekirî. Em guman in ku hûnê bi hizkirin vê malperê bidine xebatê.

Ji alîyê hîmdara da

Îsa temî da me ku em ne tenê Încîlê terîf bikin, lê usa jî şagirta hazir bikin.Ev berbirîbûn wê alî we bikin ku hûn bibine şagirtên Mesîh.Em emekê xwe dikine nava xwendina we, ku bi kerema Xwedê hûn dor û berê xwe bidine guhartinê. Xwedê mezinayî daniye nava we û Ew dixweze ku ji nêzîk va we nas bike.Ev matêrîyal wê alî we bikin ku hûn ji nêzîk va tevî Xwedê bikevine nava tevgirêdana.Bi tevgirêdana tevî Mesîh, hûnê bi ruhanî mezinbin û bi saya Gotina Wî hûnê bêne guhartinê.

Xwedê hûn bi meremê qirarkirî çêkirin, kîjan dikare tenê bi saya pêşkêşên we û hukumê we yê li ser dor-bera kar bike. Em piştgirîyê didine we ku hûn wê tijîbûnê eşkere bikin, ya ku Xwedê bona we têra dîtîye. Em dua dikin, ku ev matêrîyal alî we bikin ku hûn vî hemû tiştî eşkere bikin.

Em bo we dua dikin

Con û Lîza Bîvêr

Piştgirîyê bidine me

Gelo hûn bi dil dixwezin bibînin, ku ev matêrîyal çawa li temamîya diniyayê bela dibin, yên ku dikarin emirên meriva bidine guhartinê. Eger întêrêsa we heye ku hûn piştgirîyê bidine malpera Cloud Libraryê, em hîvî dikin ku hûn bi adrêsa êlêktronî ya getinvolved@cloudlibrary.org me ra binivîsin. Em pêşda bona duakirin û piştgirîya we spasîyê elam dikin.